PeyamaKurd - Xwepêşanderan Serokê Parlemanê Halbûsî û Serokomar Salih ku ji bo damezirandina hikûmeta nû pêşniyar li tu namzetî nekiriye, şermezar kirin.
Xwepêşanderên li Meydana Tehrîrê ya Bexdaya paytextê Iraqê piştî destjikarberdana Serokwezîrê Berê Adil Ebdulmehdî ji ber ku hikûmeta nû hêj nehatiye eşkerekirin Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Halbûsî protesto kirin.
Li gor dîmenên li ser medyaya civakî hatine parvekirin, xwepêşanderên li Bexdayê di drûşmeyên xwe da her tim dibêjin "Berhem û Halbûsî dora we ye".
Li gor destûra bingehîn a Iraqê Serokomar ji bo damezirandina hikûmetê divê di nava 15 rojan da wezîfeyê bide namzedekî lê ev dem îşev di saet 12.00ê şevê de diqede.
Namzedê ku Berhem Salih ji bo damezrandina hikûmetê erk dayê divê ji hêla meclisê va jî bê pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin