Serokomarê li Gabonê girtî hat berdan

Serokomarê li Gabonê girtî hat berdan

PeyamaKurd – Rêveberiya leşkerî da zanîn, Bongo jî ger bixwaze dikare ji bo dermankirinê here derve.

Hat ragihandin, Serokomar Alî Bongoyê ku piştî derbeya 30ê Tebaxê ya li Gabonê li mala xwe hatibû binçavkirin serbest hat berdan.

Rêveberiya leşkerî ya bi navê "Komîteya Veguheztin û Vegerandina Saziyan" (CTRI), daxuyand ku Bongo ji ber rewşa tenduristiya wî niha "azad e ku wekî bixwaze tevbigere".

CTRI destnîşan kir, Bongo jî ger bixwaze dikare biçe derveyî welêt ku derman bibe.

Civaka Aborî ya Dewletên Afrîkaya Navîn (ECCAS) ji bo serbestberdana Bongo bi hikûmeta leşkerî re hevdîtin pêk anîbû.

Hat diyarkirin, Bongo dibe ku here Fasê ku di sala 2018an de dema ku felç ketibû demeke dirêj lê dihat dermankirin.

Ji aliyê din ve li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrîqaya Navîn Abdou Abarry jî Bongo li mala wî ziyaret kir.

Abarry bi Bongo re kurteyek ji çapemeniyê re çêkir. Bi vî rengî, Bongo ji 30yê Tebaxê û vir ve yekem car hate dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin