PeyamaKurd – Serokwezîrê Îtalî Mario Draghi wê di 10ê Gulanê de li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.
Li gor daxuyanîya ofîsa Draghi, mijara sereke ya hevdîtina her du rêberan wê Ukrayne be û di civînê de pîvanên hevbeş ên ji bo piştgiriya gelê Ukraynî û pêşîgirtina êrîşkariya Rûsî gotûbêj bikin.
Herwiha hat zanîn, Draghi û Biden wê li ser ewlehiya enerjiyê jî biaxifin û alternatîfên gaza Rûsî jî nîqaş bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin