Serokwezîrê Japonê îstifa kir û lêborîna xwe xwest

Serokwezîrê Japonê îstifa kir û lêborîna xwe xwest

PeyamaKurd - Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe ji ber nexweşiya xwe îstifa kir û dest ji karê xwe kişand.

Abe got: “Ez nikarim bibim serokwezîr eger nekarim baştirîn biryarê bo gelê xwe bidim, lewma min biryar da dest ji posta xwe berdim.”

Serokwezîrê Japonê di civîneke rojnamevaniyê de behsa sedemên îstifaya xwe kir û ragihand, ew êdî ji ber nexweşiyê nikare kar bike, ji ber ku nexweşiya wî ya kolonê ango roviya qalind heye û ji berê ve ew nexweşî bi wî re hebûye, lê ji ber ku niha rewşa wî gelekî giran bûye, ew neçar e dest ji kar berde.

Abe got ku ew nexwaze nexweşiya wî bibe sedema rawestiyana karûbarên dewletê û daxwaza lêborînê jî kir ku nekariye vê xûla hikûmetê temam bike heta Îlona 2021ê.

Berpirsên Japonê jî ragihand ku Shinzo Abe naxwaze ji ber nexweşiya xwe, hikûmetê bixe rewşeke zehmet, lewma jî biryar daye ku dest ji kar bikşîne.

Shinzo Abe 65 salî ye û ji sala 2012an ve serokwezîrê Japonê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin