Serpîskopos Antoniazzi, bang li koçberan kir: Dest ji wê xeyalê berdin

Serpîskopos Antoniazzi, bang li koçberan kir: Dest ji wê xeyalê berdin

PeyamaKurd- Serpîskoposê Katolîk Ilario Antoniazzi, di serdana xwe ya Tûnisê de bang li ciwanên Tûnisî kir û ji wan xwest ku dest ji xewna xwe ya koçberiya Ewropayê (Îtalya) berdin. 

Ilario Antoniazzi, ligel bi sedan Xirîstiyan û Mislimanan li bajarê Halkul Vadî yê paytexta Tûnisê li meydana şaredariyê "Roja Qurbanê ya Meryem" pîroz kir.

Serpîskopos, di wê merasîmê de bang li ciwanên Tûnisî kir û ji wan xwest ku dest ji xewna xwe ya koçberiya Ewropayê (Îtalya) berdin û got,

“Îtalya, ne ya ku hûn xeyal dikin e. Ez vê yekê wekî Îtalîyekî dibêjim. Dest ji fikira derbasbûna deryayê û çûyîna Îtalyayê berdin. Ji welatê xwe yê xweşik hez bikin."

Her sal, bi sedan koçberên neqanûnî yên Tûnisî bi hêviyên jiyanek çêtir li ser Deryaya Spî diherikin û xwe bigihînin Ewropayê. 

Ji ber ku Tûnis ku li nîvê Cezayîr û Lîbyayê ye, di heman demê de ji bo koçberên neqanûnî yên Afrîkî, rêyeke derbasbûnê ya ber bi giravên başûrê Îtalyayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin