PeyamaKurd – Fabrîka TUSAŞê ya li bajarê Eskişehir a Tirkiyê bi sedemekî nehat zanîn agir pê ket. Agir ji beşa ciyê hilberînê de derket. TUSAŞ fabrika hilberîna motora ye.
Li ser agahiya şewatê, tîmên itfaiye, AFAD, tenduristiyê û polîsan çûn ciyê fabrîkê. Ji baregeha leşkerî ya hewayî ya 1.em jetan tîmên leşkerî yên vemirandina agir jî tevlî xebatê bûn.
Bi sedema ewlehiyê, xebatkarên fabrîkê tehliye kirin. Parêzgerê Eskişehirê Erdinç Yılmaz jî çû ciyê şewatê, fabrîkê.
Hat ragihandin ku di şewatê de kesekî nemiriye. Xebata vemirandina agir niha jî dewam dike. TUSAŞ pêdiviya sanayiya hewayî ya motoran ya Tirkiyê hildiberîne û ji bo Tirkiyê girîng e. Bi taybetî di ya helîkopteran û motorên balafirên de.