PeyamaKurd - Sewqiyata leşkerî ya DYAyê ya ji bo Rojhilata Navîn dewam dike. Di dîmenên ku ketine ber radaran de an ku li gor rêjeya radarê; hatiye dîtin ku gelek balafirên neqliyê yên leşkeran çûne herêmê lê li ku derê danîne, nayê zanîn.
Wezareta bergiriya Îsraîlê ragihand ku di nav 24 seetên dawiyê de, 6 hezar û 500 ton muhîmmat û alavên zirxî yên bi 2 keştiyan û çend balafiran gihane Îsraîlê.
Her çendîn nayê zanîn bê balafirên sewqiyata leşkerî çûne ku derê jî, rêya wan Urdin, Qatar û Îsraîlê nîşan daye. Çavkaniyên herêmî ragihandine ku ev çûn û hata hewayî ne tenê leşkeran lê sîstemên bergiriya hewayî yên pêşkeftî û teqwiya muhîmmatan jî di nav wan balafiran de bû ye.
Di hefta borî de, balafirên sewqiyatê yên C-130 yên leşkerî xwe danîbûn baregeha El-Udeyd ya Qatarê ya aîdê Amerîkayê.
Li gor agahiyên Flightradar24ê; di 27ê Nîsanê de DYA sewqiyatên xwe kiribû balafirgehên Qatar û Îmaratan.