PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani li Moskovayê bi hemkarê xwe bi Sergey Lavrov re civiya. Şeybanî got:
“Ji bo destekkirina avakirina ji nûh de ya Sûriyê, bo hevkariya karên stratejik yên her dû welatan û bo temîna îstîqrarê ya li herêmê em axifîn. Yekîtiya axa Sûriyê û desthilata wê mijarên me bûn. Em dixwazin têkiliyên xwe derxin asta herî bilind ya ku xizmetê bo berjewendiyuên her dû terefan bike.”