PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di dema beşdariya xwe ya li Foruma Diyaloga Menamayê ya 2026an de ragihand ku ew dixwazin Sûriye ji welatekî aloziyan veguhere aktorekî ku beşdarî misogerkirina aramiya herêmê dibe.
Şeybanî da zanîn ku ji bo parastin û aramiyê sîstemên din jî tên nirxandin û ew ewlehiya Kendavê wekî beşekî ji ewlehiya Sûriyeyê dibînin.
Di axaftina xwe de li ser hevahengiya herêmî jî rawestiya, Şeybanî diyar kir ku parastina sînoran berpirsyariyeke hevpar e û ew bi Iraq, Lubnan û Urdinê re têkiliyên xwe yên ewlehî û leşkerî bi pêş ve dibin.
Her wiha Şeybanî li ser eniya Îsraîlê tekez kir ku Girên Golanê axa Sûriyeyê ne, bîr xist ku Sûriyeyê di nava du salên borî de rûbirûyî zêdetirî hezar êrişan bûye û daxwaz kir ku peymana veqetandina hêzan a sala 1974an ji nû ve bê çalakkirin.