Valadimir Putin ji sala 2000ê û heya niha bi sihheta xwe û forma xwe gelek baş xuya dike. Lê ev cara yekeme ku roj û sieta hevdîtinên xwe betal dike.
Bi sedema betalkirina wexta hevdîtinên xwe, medya Rûsyayê bi tevlihevî behsa Putin dike û tê gotin ku Putin gelek nexweş e. Mînak; Putin ji ber nexweşîna xwe roja duşemê neçûye seredana Soçiyê, randevûya wî ya bo foruma “Mentor 2018” ya Moskova hatiye betalkirin. Hemû hevdîtinên hefteya pêşiya me hatine betalkirin. Cara herî dawiyê ku hatiye dîtin, ew jî di "pêşbirka pêşewayan" de bû ku gelek dikuxiya û dengê wî bi zahmetî derdiket.
Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov li ser pirsa rojnamevanekî got ku nexweşîna Putin nexweşîneka ji dil nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin