PeyamaKurd -Ji destpêka îsal ve heya niha li Îranê herî kêm 46 kurd ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatine bidarvekirin û zêdetirî 3 hezar kurd jî hatine desteserkirin.
Îro roja cîhanî ya mafên mirovan e. Rêxistina Mafên Mirov ya Hengaw ê bi vê minasebetê raportek li ser rewşa mafên kurdan li Îranê belav kir.
Li gorî wê raportê, ji destpêka sala 2019an ve heta niha herî kêm 46 kurd hatine bidarvekirin û zêdetirî 3 hezar kurd jî hatine desteserkirin.
Di raporta Hengawê de her wiha hatiye ragihandin, ji destpêka îsal ve heta niha 69 kolber hatine kuştin û 165 kolber jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin