PeyamaKurd - Hikûmeta Şîliyê biryar da ku ji ber sedemên aborî, birêxistina kargêrî û aloziyên ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn, balyozxaneya xwe ya li Tehranê heta dawiya meha Tebaxê dabixe.
Wezareta Derve ya Şîliyê destnîşan kir ku ev gav bi maneya qutkirina peywendiyên dîplomatîk ên bi Îranê re nayê û piştî vê biryarê hemû xizmetkariyên konsulxaneyê yên ji bo welatiyên Şîliyê yên li Îranê di ser konsulxaneya Enqereyê re dê bêne birêvebirin.
Ev biryara Şîliyê di qonaxa aloziyên ewlehiyê û pevçûnên li herêmê de hat dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku ji meha Adara borî ve Serokê Şîliyê José Antonio Kast hewldanên xwe ji bo xurtkirina peywendiyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re zêde kirine.
Kast bal kişandiye ser ku divê Şîlî bibe hevpeymana welatên alîgirên azadî û demokrasiyê û berê jî gelek caran êrîş û helwestên Komara Îslamî ya Îranê yên li herêmê şermezar kiribûn.