Sîmon Tîsdall: Erdogan hemû dijber kirin yek

Sîmon Tîsdall: Erdogan hemû dijber kirin yek

Operasyona ku dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin di medya Ingilîz de cihekê berfireh girt.

Nivîskarê Observer Sîmon Tîsdall, bi sernivîsa " Erdogan xeyalek pir mezin bi cîh anî, li Rojhilata Navîn hemû dijber kirin yek" nirxandinek nivîsî.

Di nirxandina Sîmon Tîsdall de, tê zimên ku li Rojhilata navîn hemû dewletên ku dijberêm hev bûn operasyona dewleta Tirk wek hemleyek têkbirina aramîya herêmê tê bilêvkirin û li dij tê derketin. Tîsdall, Erdogan wek dîktator, netewperest û populîst bi nav dike û dibêje: " Erdogan vê carê bi tena serê xwe ma. Her çiqasî Yekîtîya Ewrûpayê helwestek tund li dijî Erdogan nîşan da jî, Erdogan zanîbû wê ev helwest nekevin jiyanê û di gotinê de bimînin. "

Tîsdall, dibêje ku ji îro pê de tu bandora Yekîtîya Ewrûpayê di kiryarên pêşerojê de tuneye lê bandora Amerîkayê heye, Amerîka jî naxwaze vê hêza xwe bi kar bîne û dibêje: " Xiyaneta ku li Kurdan hat kirin biryarek felaket e. Derketina ji Sûrîyê tê wateya ku Sûrîye ji Rûsya û Îranê re hat hiştin. Amerîkayê bi vê stratejîyê golek avêt keleha xwe. Piştî Buhara Erebî ev zincîra xeletîyên herî dawî ya polîtîkayê ye. Ji xwe Rûsyayê dixwest Amerîkayê ji Sûrîyê û Rojhilata Navîn derxîne. "

LI gor Tîsdall tîne zimên, Pûtîn niha bangewazîyê li Kurdan û Esed dike ku li hev bikin û Esed jî li dij herêmek tampon a Erdogan e û dibêje: " Evê qeyranê rê ji têgihiştina derseke nû re vekir. Bawerî bi hevkarîyên Amerîkayê nayê. Kurdan ev yek di 1991ê de gava Amerîkayê Saddam li ser hikim hişt û xiyanet li wan kir, hîn bûn."

Li gor Observer ê, Erdogan di hilbijartinan de winda kir û sedemek ji sedemên vê operasyon û êrîşa Erdogan pêwistîya wî ya serkeftinê ye.

z.b

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin