Siûdî sertê danîna têkiliyê bi Îsraîlê re eskere kir

Siûdî sertê danîna têkiliyê bi Îsraîlê re eskere kir

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî, berdewamiya normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re ku du sal berê beriya şerê Xezeyê di çarçoveya Peymana Îbrahîm de, dabûn destpêkirin şertê xwe eşkere kir.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, ji bo têkildanîna bi Îsraîlê re şertê avakirina dewleta Filistinê danî û got, dê Siûdî ji bo pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de her tiştî bike.

Ferhan piştî civîna hevalbendiya cîhanê ya li Riyadê ragihand, Siûdî ji bo pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de dê her tiştê pêwist bike û diyar kir, ji bo pêkanîna têkiliyan bi Îsraîlê re şert e destpêkê dewleta Filistînê were avakirin.

Herwiha Bin Ferhan, pêkanîna komkujiyê ya bi destê Îsraîlê li Xezeyê jî red kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin