Wezareta Bazirganiya Amerîkayê siza danî ser 34 kompanî û saziyan

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê siza danî ser 34 kompanî û saziyan

PeyamaKurd – Amerîkayê, siza danî 34 kompanî û saziyên ku li dijî kêmîneya misilmanên Uygur li Çînê destê wan di operasyonên leşkerî de hene û alîkariya ji bo Rûsya û Îranê.

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê siza danî ser 34 kompanî û saziyan û dibêje ji ber ku destê wan kompanî û saziyan di operasyonên leşkerî yên li dijî kêmîneya misilmanên Uygur li Çînê hene. Herwiha ew tometbarkirin ku asankariya hinardekirina kelûpelanji  bo Rûsya û Îranê dikin.

Wezaretê diyar kir, 14 ji wan Kompaniyan li Çînê ne û li navçeya Xinjiang (Sîncan) ya Çînê destê wan di tawanên li dijî Uygur û kêmîneyên din de hene.

Di berdewamiya ragihandina xwe de, Wezaretê da zanîn, 5 kompaniyên din alîkariyên leşkerî pêşkêsî artêşa Çînê dikin yên wek peydakirina çekên lazerî û kelûpelên din ên leşkerî bo pêşxistina teknelojiya leşkerî ya Çînê.

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê 8 kompaniyên din jî bi hinardekirina teknelojiya Amerîkî ji bo Çînê hatin tometbarkirin, herwiha heftkompanyayên din jî li gor heman Wezaretê ji ber çalakiyên wan yên ji bo alîkarîkirina artêşa Rûsyayê, ketine nava lîsteya reş ya Amerîkayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin