Di merasima cenaze de 5 kes can dan

Di merasima cenaze de 5 kes can dan

PeyamaKurd – Cenazeyê serokkomarê berê yê Tanzanyayê yê Magufuli bi sedema zêde qelebalix bû, di merasimê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok bûn. Magufuli di 17 ê adarê de bi sedema rawestandina dilî wefat kiribû.

Merasima cenaze li payîtexta Tanzanyayê li stadyûma Jamhuri hat kirin. Ji welatên weka Kenya, Malavî, Yekîtiya Komora, Mozambîk, Zîmbabve, Zambiya, Namîbya, Botsvana, Komara Afrîka Başûr, Rûanda, Bûrûndî, Angola û Komara Kongo ya Demokratîk di asta bilind de gelek kes tevlî merasima cenaze bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin