PeyamaKurd – Belavbûna vîrûsa koronayê herî zêde li Îtalyayê bandora xwe dike ku 14 bajar û bi milyonan kes di bin qerentîneyê de ne.
Rayedarên Îtalyayê ragihandin ku di rojekê de 103 kes bi vîrûsa koronayê mirine.
Li gorî nûçeya Reutersê li Lombardîya, hejmara qurbanîyan zêde bû û di dema 24 demjimêrên borî de, ji 154 qurbanîyan gihîşt 257 qurbanîyan.
Li Îtalyayê piştî ku serokê Partiya Demokrat û Serokê Rêveberiya Herêma Lazioyê Nicola Zingarettî bi vîrûsa koronayê ket, îro jî hat ragihandin ku fermandarê hêzên bejahî yê Îtalyayê jî bi wê nexweşînê ketiye.
Heta roja şemîya borî hejamra nexweşên koronayê li seranser dinyayê gihiştîbû 108 hezar û 123 kesan ku li 90 welatên cîhanê belav bûye. Çîn ji alîyê mirîyan di pileya yekem de ye û heta doh 3 hezar û 669 kesan can dabû û 61 hezar kes jî çak bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin