PeyamaKurd - Hikûmeta Spanî ragihand ku ji ber Serokdewletê Arjantînê Javier Milei "gotinên bêhurmet" li Spanya û Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez kiriye, biryar hatiye dayîn ku Balyozê Spanya yê Buenos Airesê ji bo demeke nediyar vekişandine Spanyayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP), Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares, piştî daxuyaniyên Serokdewletê Arjantînê Javier Milei yên di derbarê hevjîna Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, ji Milei xwestiye ku ji raya giştî lêborînê bixwaze.
Beriya vê bûyerê, di 3yê Gulanê de Wezîrê Spanyayê Oscar Puentei, di çalakiyeke civakî de di derbarê Serokdewletê Arjantînê Javier Milei de gotibû; "Dema min ew di televîzyonê de dît û piştî tiştên ku min bihîst, min ji xwe re got, ez nizanim ew çi maddeyên hişber bikar tîne û dûre min gote ne pêkan e ku ev kes di hilbijartinan de bi ser bikeve, lê bi ser ket."
Piştî vê axaftina Wezîrê Spanyayê Oscar Puentei, Ofîsa Serokdewletiyê ya Arjantînê bi daxuyaniyeke nivîskî balê kêşa ser angaştên gendeliyê yên ku navê hevjîna Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî tê de derbaz dibû û Sanchez bi tûndî tawanbar kir.
Ev daxuyaniyên rikber ên rayedarên her dû welatan bûn sedema qeyraneke dîplomatîk a navbera Arjantîn û Spanyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin