Li Erzinganê erdhej çêbû

Li Erzinganê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Erzingan a Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.4 pileya rîxterê erdhej çêbû.

Li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) diyar kir, di saet 00.37an de li bajarê Erzinganê erdhej çêbû.

Zzanyariyên AFADê dide zanîn, erdheja bi hêza 4.4 pileyên rîxterê li navçeya Umtizî (Otlukbelî) a Erzinganê qewimî û erdhej 7.34 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Erzinganê Mehmet Makas derbarê erdhejê de destnîşan kir, ji bilî tîmên AFADê, hêzên cendirme jî li herêmê lêkolînan birêve dibin û li gor agahiyên destpêkê ti zirar û ziyanek çê nebûye û “lêkolîn û pişkinînên li herêmê berdewam in.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin