Mesrûr Barzanî: Divê Kurdistan bi awayekî aktîf di darizandina tawanên DAISê de besdar be

Mesrûr Barzanî: Divê Kurdistan bi awayekî aktîf di darizandina tawanên DAISê de besdar be

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînê yên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîm Ehmedxan kir.

Serokwezîr Barzanî di hevdîtinê de ragihand, divê Herêma Kurdistanê bi awayekî aktîf di dadgehkirina tawanên DAIŞê de beşdar be, ji ber ku Herêma Kurdistanê zêdetir bûye cihê qurbanîdan û tawanên DAIŞê.

Di hevdîtinê de guftûgo di derbarê amadekariyên dadgehkirin û sizadana tawanbarên rêxistina terorê DAIŞê de hatin kirin.

Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de ronahî xiste ser rêkarên yasayî û teknîkî yên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li ser wan tawanên ku li dijî mirovahiyê kirine. Bi taybetî proseya komkirina belgeyan û dîjîtalkirina arşîvê tawanbarên DAIŞê. Spasiya hevhanegî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de kir.

Serokwezîr Mesrur Barzanî tekezî li girîngiya bilezkirina rêkarên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kir, ji ber ku ev dadgehkirin pêngaveke girîng ber bi pêkanîna dadperweriyê ye û rêgirtina li dubarebûna wan di pêşerojê de ye.

Mesrûr Barzanî got: “Em amade ne ji bo her hevkarî û hevahengiyekê û pêwîst e Herêma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîf di birêveçûna wê dadgehê de hebe, ji ber ku Herêm ji cihên din zêdetir bûye qurbaniya destê tawanbarên DAIŞê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin