Îmarat wê li Îsraîlê balyozxaneyê veke

Îmarat wê li Îsraîlê balyozxaneyê veke

PeyamaKurd – 13ê meha Tebaxê, Îmarat û Îsraîl ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li hev kirin. Piştî vê lihevkirinê, Îmaratê çend mehên din, li Îsraîlê balyozxaneya xwe veke.

Li gor rojnameya Israel Today ku bi zimanê Îbranî tê belavkirin, rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Îmaratê diyar kir, Îmarat wê li Îsraîlê balyozxaneya xwe veke.

Herwiha rojnameyê da zanîn, rayedarê Îmaratî diyar kiriye: “Welatiyên Îsraîlê dikarin ji wê Balyozxaneya Îmaratê daxwaza vîzeyan bikin, ku dê heta 3 – 5 mehên din li Îsraîlê were vekirin.”

Wezareta Derve ya Îsraîlê hefteya borî eşkere kiribû; rayedarên her du aliyan bi beşdariya rayedarên Amerîkî, li ser vekirina balyozxaneyên herdu welatan, gotûbêj kirine.

Ji bilî balyozxaneyê, li gor rayedarê Îmaratî "Ebû Zebî li ser vekirina balyozxaneyekê li bajarê Heyfa an jî li bajarê Nazara (Nasire) lêkolîn dike, ku ligel balyozxaneyê bixebite".

13ê meha Tebaxê, Îmarat û Îsraîl ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li hev kirin. Filistîn li dijî vê pêngavê sekinî û li ser asta serkirdetî û gel ve, Îmarat "bi xiyanet û bi kêrlêdana pişta gelê Filistînê" tohmetbar kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin