Çavusoglu û Ebdulmehdî li Bexdayê civiyan

Çavusoglu û Ebdulmehdî li Bexdayê civiyan

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Amerîka ya kuştina Qasim Silêmanî û êrîşa moşekî ya Îranê bi ser bingehên Amerîka yên Iraqê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo serdaneke yekrojî serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku serdan di çarçoveya kêmkirina tansîyona li Iraqê de û bo hewlên dîplomatîk ên kêmkirina rageşiya navbera Îran û Amerîkayê tê kirin.

Çavuşoglu li Koşka Serokwezîrtiya Iraqê bi Ebdulmehdî re civîneke ji medyayê re girtî pêk anî û tê çaverêkirin bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Wezîrê Derve Muhammed Elî Hekîm û Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtinan bike.

Çavuşoglu li ser serdana xwe di hesabê twitterê de got, “Em ji bo nirxandina geşedanên herêmî û pêwendiyên ligel Iraqa bira re, li Bexdayê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin