Stenbol | Di 53 beleman de 697 koçber hatin girtin û dersînorkirin

Stenbol | Di 53 beleman de 697 koçber hatin girtin û dersînorkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê 697 koçber hatine desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Stenbolê bi beşdariya hêzên ewlekariyê li seranserê bajêr operasyoneke lêgerînê daye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Rêveberiya Şaxa Bendera Deryayê 53 belem hatine kontrolkirin û di encam de 697 koçber hatine desteserkirin.

Koçberên hatine desteserkirin piştî karûbarên yasayî ji bo Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin şandin û piştre jî hatin dersînorkirin.

Li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê jî 197 koçber hatin dersînorkirin û ji bo welatên wan hatin vegerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin