Sûriye careke dî li balafirê Israilê xist

Sûriye careke dî li balafirê Israilê xist

Li herêma Kuneytrayê ya Sûriyeyê, ji aliyê Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê ve careke dî balafirek ya Israilê hat lêdan.

SANA ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Israil bi balafirên xwe yên kifşê qedexeyên qada hewayî ya Sûriyeyê derbas kiriye û hewl daye bikeve nav sînorên Sûriyeyê. Sûriye ragihand ku li herêma Kuneytrayê ji ber vê binpêkirina qada hewayî hêzên wan yên hewayî midaxeleyê balafira Israilê kirne û balafirê ji qada xwe ya hewayî derxistine.

Ji aliyê Israilê ve hat ragihandin ku di rojên dawî de ji ber van êrîşên Sûriyeyê Israil 3 jê bataryayên pergala parastinê ya Sûriyeyê 4 jê jî ji baregehên Îranê, bi tevahî li dijî 12 hedefên Sûriye û Îranê dane.

Gengeşiya di navbera Israil û Sûriye de bi xistina balafireke F-16 ya aîdî Israilê ve ji aliyê Sûriye hatibû destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin