PeyamaKurd- Ajansa fermî ya SANA ya Sûriyê ragihand ku Îsraîlê li Hamayê li baregeheka leşkerî ya rejîmê xistiye û Îsraîl jî razî nebû ku di mijarê de beyan bide.
Sûriye dibêje ku êrîşa Îsraîlê li bajarê Hamayê li baregeheka leşkerî ya Masyafê pêkhatiye. Sûriye di ragihandina xwe de dibêje ku tenê xesara maddî çêbûye. Sûriye dibêje ku Îsraîl ji hêzên muxalif yên li Dera û Quneytrayê ku mexlûb bûne,ji wan re bibe destek.
Li Masyafê, dezgeyeka çekên kîmyewî ya ku malê rejîma Sûriyê ye heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin