Sûriye | Rûsyayê ji bo El Tanfê bang li Amerîkayê kir

Sûriye | Rûsyayê ji bo El Tanfê bang li Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li Amerîkayê kir ku hêzên xwe yên li baregeha El Tanfê bikişîne û deverê ji rejîma Sûriyê re bihêle.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna rojnamevanî de bal kişand ser senaryoyên Kum Spîyan ên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve û got, Kum Spîyan dîmenên sexte tomar kirine û alavên ji bo wê mîzansê birine nexweşxaneyên Idlibê daku bi êrîşa kîmyewî rejîmê tohmetbar bikin.

Zaxarovayê bang li Amerîkayê jî kir ku demûdest hêzên xwe yên li baregeha El Tanfê vekişîne û herêmê ji rêveberîya Şamê re bihêle.

Rayedara Rûsî herwiha bibîr xist ku HTŞ-El Nûsra çalakiyên xwe yên li herêma kêmkirina rageşiyê ya Idlibê zêde kirine û nêzî xeta temasê ya hêzên hikûmetê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin