PeyamaKurd - Rêveberiya Sûriyeyê ragihand ku piştî danûstandinên salek û nîvê yên di navbera Wezareta Karên Derve û Moskowê de, li ser paşeroja baregehên Rûsyayê yên Hmeymîm û Tartûsê lihevkirin çêbûye.
Li gorî daxuyaniya Beşa Medya û Têkiliyan a Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, di çarçoveya vê lihevkirinê de proseya ji nû ve birêxistinkirina hebûna Rûsyayê ya li ser xeta deryayî ya Sûriyeyê hat destpêkirin.
Hat diyarkirin ku rêveberiya saziyên sivîl dê bikeve destê Sûriyeyê û Balafirgeha Hmeymîmê ligel bendergeha 4an a bazirganî ya li Bendera Tartûsê dê gav bi gav tevlî rêveberiya sivîl bibin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser ji nû ve birêxistinankirina erka baregeh û saziyên leşkerî yên Rûsyayê jî lihevkirin çêbûye û ev baregeh dê veguherin navendên perwerde û rahênana hevpar ên Sûriye û Rûsyayê. Her wiha hat tekezkirin ku rêkxistinên nû dê bi awayekî ku berjewendiyên dualî biparêze werin bicihanîn.
Di peymana lihevkirinê de ji bo temamkirina vê proseyê 3 meh hatiye diyar kirin ku piştî vê demê dê pêngavên nû bikevin rewşa cîbicîkirinê.