Swêdê name ji Rêxistina Hevkariya Îslamî re sand û lêborîn xwest!

Swêdê name ji Rêxistina Hevkariya Îslamî re sand û lêborîn xwest!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Swêdê li ser bertek û nerazîbûnên dijî şewitandina Quranê li Stockholmê nameyek ji Rêxistina Hevkariya Îslamî re şandiye û tê de, lêborîn xwestiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf derbarê nameya Wezareta Derve ya Swêdê de got ku hikûmeta Swêdê daxwaza lêborînê dike li ser wê bûyera ku di roja 28ê Hezîranê de rûda, ku yekem roja Cejna Qurbanê bû.

Herwiha Wezareta Derve ya Swêdê diyar kiriye ku hikûmeta Swêdê kiryarên li dijî Îslamê red dike û piştevaniya wan nake û çavê xwe jî ji wan kiryaran re nagire.

Hikûmeya Swêdê di nameyê de gotiye, ew ji nîgeraniyên Misilmanên Swêdê û welatên din ên cîhanê fêm dikin ku hest bi wê yekê dikin ku bêrêzî li hember ola wan hatiye kirin.

Di peyama Wezareta Derve ya Swêdê de hatiye diyarkirin, ku li Swêdê xwepêşandan û azadiya ramanan mafên destûrî ne, polîs jî bi awayekî serbixwe rizamendiyê ji bo xwepêşandanê dike. Wezareta Derve ya Swêdê ji polîsê Swêdê jî daxwaz kiriye ku hemû aliyan li ber çavan bigrin.

Hêjayî gotinê ye, Iraq daxwaza radestkirina welatiyê iraqî Sewan Momîka yê Quran şewitandiye dike, lê heta niha Swêdê li ser vê daxwazê ti bersivek nedaye aliyê Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin