PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber bergiriyên bo vîrusa koronayê li welatê Çînê zêdetirî 100 bazirganên ji Herêma Kurdistanê çûne wî welatî, asê mane ku nikarin vegerin.
Serokê Odeya Bazirganiya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed li ser bazirganên Kurd ên li Çînê ji ber vîrusa koronayê asê mane ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Ji ber ku rewşeke ji nişkave bû, ez hejmarê nizanim lê belê xwediyên çendîn kompaniyan ku dost û hevalên me ne, li gel me axivîne û dibêjin zêdetir 100 bazirgan hene.”
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê beriya niha ragihandibû ku wan hemû bergiriyên li ber belavbûna vîrusa koronayê li Kurdistanê girtine û heta niha jî li ser ti kesekî ew vîrus nehatiye tesbîtkirin.
Li gorî amarên dawî yên rayedarên Çînê didin, heta îro 521 kes ji vîrusa koronayê can dane ku metirsî heye hejmar hê zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin