PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi helkefta Cejna Qurbanê 5 roj li Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê ragihand, roja 31ê vê mehê Cejna Qurbanê ye û heta 4ê Tebaxê, 5 roj bêhnvedana fermî ye.
Cotyar Adil got, rojên bêhnvedanê ji roja 31ê Tîrmehê dest pê dike û roja 4 Tebaxê xilas dibe û roja 5 Tebaxê jî dewama kar dest pê dike.
Berdevkê hikûmetê herwiha bang li welatiyan kir di rojên cejnê de şîretên tenduristiyê bicih bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin