PeyamaKurd – Li hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê, 8ê vê mehê weke bêhnvedana fermî hat ragihandin.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: “Roja Duşemê 8ê Tebaxa 2022yan ku dikeve roja 10ê Muherema 1444an a Koçî, li hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.”
Herwiha di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat destnîşankirin, roja Sêşemê 9ê Tebaxa 2022yan li hemû saziyan dewama fermî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin