Erebistana Si’ûdî: Wehabîtî wehm û xeyal e

Erebistana Si’ûdî: Wehabîtî wehm û xeyal e

PeyamaKurd- Endamê Konseya Alimên Bilind yên Erebistana Si’ûdî Abdullah El-Mûnî li ser pirseka ku jê hat kirin got: “Wehabîtî wehm û xeyal e, di tabloya heqîqî de tiştekî îfade nake.”

Li Erebistana Si’ûdî guherînên di gelek mijaran de dewam dikin. Erebistan heya niha di xetta Wehabîtiyê de bi qederê ku karibin misilmanên ehlî-sunnet kêm bibînin tevdigeriyan lê niha terka wê dikin.

El-Mûnî ragihandina xwe di televizyona es-Siûdiye de, di bernama fetwayê de, di dema bersiva pirsan dida ragihand. Mûnî got ku Erebistanê bi Wahhabîtiyê diwesfînin û ev îftîrayeka siyasiye. Ew dikin nefreta bo vî welatî û rêvebirên wê zêdetir bibin.

Ev beyana konseya alimên bilind ya Si’ûdî, weka gelek nûkirinên li Erebistana Si’ûdî tê qebûlkirin ku ji aliyê Selman ve dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin