Operasyonên TSKê dikevin qonaxeke nû: Komando jî hatin danîn…

Operasyonên TSKê dikevin qonaxeke nû: Komando jî hatin danîn…

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku operasyonaartêşa Tirkiyê (TSK) li Başûrê Kurdistanê ku bi ser binkeyên PKKê de ji 27ê Gulana 2019an ve berdewam dike dikeve qonaxeke nû û yekîneyên komandoyan bo herêmê hatine veguhestin.

Li gorî daxuyaniya MSBê heta niha 417 endamên PKKê hatine bêbandor kirin û ji bo dema zivistanê rê nedin bicihbûne hêzên PKKê li deverê jî derbasî merheleyeke nû bû û hêzên komandoyên tirk bo herêmê hatine veguhestin.

Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê dibêjin, operasyon bi navê Pençe li qadeke bi qasî 370 kîlometran berdewam dike û heger pêdivî çêbe ew dikarin bi ser herêma Qendîlê de jî operasyonan pêk bînin.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li nav erdê Herêma Kurdistanê ji 27ê Gulana 2019an ve operasyonên bi navê Pençe dane destpêkirin ku niha bi navê Pençe 3 wan operasyonan berdewam dike û di encama bombardimanên balafirên şer ên Tirkiyê de, gelek gund û navçeyên sivîl jî rastî zirareke mezin bûne û xelkê wan deveran koçber dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin