PeyamaKurd - Berdevkê polîsê Germiyan Elî Cemal Qedûrî ji BasNewsê re got, duhî ew kesên ku xwe wek xwepêşander didan nasîn, bi dar û beran êrîşî hêzên polîs kirin û 9 polîs li nav bajarê Kelarê birîndar kirin.
Cemal Qedûrî da zanîn ku birîna 3 polîsan sivik e lê rewşa yên din hinekî giran e loma raporta nojdariyê bo wan hatiye amadekirin.
Di aloziyên doh yên Kelarê de, beşek ji avahiya qaymeqamtiya Kelarê, rêveberiya tapo û bi sedan belgeyên welatiyan û çendîn otomobîlên welatiyan hatin şewitandin.
Herwiha heman kesên xwe wekî xwepêşandar didin nasîn, li Helebcê jî êrîşî avahiya PDKê kirin û avahiyên hikûmetê jî şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin