KCDê Seroktiya Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

KCDê Seroktiya Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Bedran Ozturk bi minasebeta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozkirinê belav kirin.

Di peyama KCDê de hat gotin, “Di proseyeke ku hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn geşedanên nû yên siyasî û civakî rû didin de, em di wê baweriyê de ne hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê wê hem li çar parçeyên Kurdistanê,  hem yekitiya me ya neteweyî, hem jî aştî, biratî û demokasî û azadiya gelên herêmê bihêztir bike. " 

KCDê diyar kir, "Bi wê minasebetê bi hestên herî germ silavên xwe digihînin têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê Başûrê Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin