PeyamaKurd - Şanda HDPê ya bi serokatiya Hevserokê wê partiyê Sezaî Temelli gihişt Herêma Kurdistanê. Şanda HDPê ji aliyê rayedarên PDKê ve hat pêşwazîkirin.
Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro di saetên sibehê de gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Şanda HDPê, li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê, ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Berpirsê Peywendiyên Derve ya Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) Elî Huseyîn û Nûnera HDPê ya li Hewlêrê Muzeyyen Guneş ve hat pêşwazîkirin.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li balafirgeha Hewlêrê daxuyaniyek da û pesnê Serok Mesûd Barzanî da.
Temelli, got “Birêz Barzanî ji bo gelê kurd Serokekî girîng e. Di hemû mijarên ku înîsiyatîf wergirine pêşketin çêbûne. Em ê hin tiştan jê daxwaz bikin û ji fikrên wî sûdê wergirin.”
Hêjayî gotinê ye ku şanda HDPê ku hevserokê wê partiyê Sezaî Temellî serokatiya wê dike, ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê wê partiyê yê Agriyê Berdan Ozturk, Cîgira Serokê Fraksyona HDPê û parlamenterê Mêrsînê Fatma Kurtulan, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê, Nazmî Gur, Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve û parlamentera Êlihê ya wê partiyê Feleknas Uca û parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçîer pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin