Tayland û Kamboçyayê li ser agirbestê li hev kirin: Şerê 20 rojî bi dawî bû

Dîroka Weşanê :
Tayland û Kamboçyayê li ser agirbestê li hev kirin: Şerê 20 rojî bi dawî bû

PeyamaKurd – Piştî şerekî dijwar ê ku 20 rojan berdewam kir û bû sedema mirina 101 kesan, Tayland û Kamboçyayê biryara agirbestê dan. Ev agirbest ku ji doh nîvro ve bi fermî ketiye meriyetê, bi îmzeya wezîrên parastinê yên her du welatan pêk hat.

Li gorî peymanê, her du aliyan li hev kiriye ku yekîneyên leşkerî yên nû neşînin ser sînor û kanalên ragihandinê yên rasterast ji bo çareseriyê vekirî bihêlin.

Ev pevçûnên dijwar ku tê de balafirên şer û çekên giran hatin bikaranîn, bûn sedema koçberbûna zêdetirî nîv milyon sivîlî. Peymana nû daxwaza vegera biewle ya van sivîlan dike û bikaranîna hêzê li dijî wan qedexe dike. Her wiha Taylandê ragihand ku heger agirbest di nav 72 saetan de bê pirsgirêk berdewam bike, ew ê 18 leşkerên Kamboçyayî yên ku dîlgirtî ne, vegerînin.

Nakokiya li ser sînorê 817 kîlometreyî ku sedsalan berdewam dike, tevî navbeynkariya berê ya Donald Trump îsal dîsa gurr bûbû. Lê bi vê agirbesta nû, her du welat hewl didin rê li ber krîzeke hîn kûrtir bigirin û bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkên xwe yên sînor çareser bikin.