PeyamaKurd – Li Endonezyayê di Parka Komodo ya netewî de nêzî girava Padarê tekna ser avê ya ku tê de 11 geştiyar hebûn noqav bû. Di encamê de 4 kes niha wendane. Xebatên lêgerîna her 4 kesan dewam dike.
Di teknê de ariza motorê çêbû, tê de 6 geştiyarên Îspanyol, 4 muretebat û 1 rêhber hebû. Dema keştiyekî di wir de derbas dibû 3 kesan rizgar kir, tîmên rizgarkirinê 4 kesên din rizgarkirine lê 4 kes ji wan wendane.
Xelkê deverê jî bi temamê derfetên xwe tevlî lêgerîn û rizgarkirina wendayiyan dibin.