PeyamaKurd – Terefdarên Muqteda Es Sadr li Bexdayê car din li Meydana Tehrîrê civiyan û hinek terefdar ketin nav avahiya parlementoya Bexdayê. Li gor beyana Rûdawê; xwepêşandêr xwestine ku Muahmmed Şîa Sûdanî ji wezîfa serokwezîrtiyê vekişe. Seyf Mecîd ê ku terefdarê Sadr e, ji bo Rûdawê gotiye:
“Xelk namzediya Sûdanî red dike. Kesên berê hatine ceribandin divê nên ceribandin. 20 sale ji xelkê re ti xizmetê nekirin. Ev hişyariye. Eger guh nedinê, wê zêdetir tişt bibin.”
Li gor ragihandina çapemeniyê; hêzên asayîşê gelek deveran bi baryerên beton girtine da xwepêşandêr nekevin nav avahiya parlementoyê an ciyekî ji herêma Kesk.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin