The Mirror: Dibe ku Putin bi nukleerê ser mezintir bike

The Mirror: Dibe ku Putin bi nukleerê ser mezintir bike

PeyamaKurd- Di çapemeniya Brîtanyayê de li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê îdiayek hat belavkirin û hat amajekirin ku artêşa Rus li beşek herêmên ku kiriye bin kontrola xwe, dê êrîşeke nukleerî bike.

Bi berdewamiya şerê Rusyayê yê li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Hersonê yên Ukraynayê re di çapemeniya Brîtanyayê de îdiayeke mezin hat belavkirin û hat diyarkirin ku dibe Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li hin deverên ku kirine bin kontrola xwe, êrîşa nukleerî bide kirin.

Li gorî nûçeya The Mirrorê, “Rêxistinên îstixbaratê yên Brîtanya û Amerîkayê, xwedî agahiyeke îstixbaratê ne ku Putin ferq kiriye ev şer xeletiyeke mezin bûye û ji bo ku vî şerî li gorî xwe bi teşe bike, di nav amadekariyeke êrîşê de yê.”

Di nûçeyê de tê îdiakirin ku çavkaniyên ewlehiyê yên Brîtanyayê, ji bo rojnameya The Mirrorê axivîne û gotine ku piştî erîşkirina Ukraynayê ya hêzên Rusyayê, vebijêrkên Rusyayê kêm bûne û dibe ku li rojavayê her çar herêmên ku lê referandûm kiribûn, êrîşeke nukleerî bike.

Hat diyarkirin ku armanca Rusan a vê êrîşê jî ew e ku bi awayekî sînorkirî nukleerê bi kar bînin û nêzîkbûna artêşa Ukraynayê ya ji bo vê herêmê asteng bikin û bi vî awayî jî “herêma bi radyasyon” ango herêma mirî çêbikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin