Tirkiye: “Bila Emarat heddê xwe zanibe”

Tirkiye: “Bila Emarat heddê xwe zanibe”

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Hami Aksoy li ser ragihandinê dewleta Emaratan peyamekî da çapemeniyê û weha got:

“Bila dewleta Emaratan dev ji tewrên xwe yên djminane yê li hemberê Tirkiyê berde û heddê xwe zanibe.”

Sedema berteknîşandina Tirkiyê ew e ku wezareta karên derve ya Emaratan di eleyhiya Tirkiyê de beyanekî dabû. Li ser beyana Emaratan dewama beyana Tirkiyê weha ye:

“Ragihandina wezareta karên derve ya Emaratan, teşebusa veşartina siyaseta derbekara ye û durûtiye. Tirkiye daîma li siyaseta yekîtiya Ereban û yêkîtiya axa wan rêz girtiye, li Lîbyayê destekê daye rewatiyê û çareseriya siyasî destek kiriye. Dê ev qaîdeyên me dewam bikin.”

Di navbera Tirkiyê û dewleta Emaratan de li ser mijara çareseriya arîşeyên Lîbyayê pirsgirêk hene. Emarat, general Hafter destek dike û Tirkiye hukumeta heyî ya ku rewa tê qebûlkirin destek dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin