PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz ji medya tirk re ragihandiye ku ew dixwazin, li Kerkûk û Necefê konsûlxaneyên xwe vekin.
Hat ragihandin ku Yildiz bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku bihêlin Tirkiye li bajarên Kerkûk û Necefê konsûlxaneyên xwe veke û li wan bajaran ofîsa vîzeya Tirkiyê jî vekin daku vîze bidin xelkê.
Fatîh Yildiz li ser vekirina konsûlxaneya Kerkûkê gotiye, hebûna turkmenan ji bo Tirkiyê gelekî girîng e, ereb, kurd û mesîhiyên bajêr jî ji Tirkiyê hez dikin û dixwazin Tirkiye konsûlxaneyê li Kerkûkê veke.
Herwiha Yildiz ragihandiye ku dê konsûlxaneyên Besra û Mûsilê jî ji nû ve bên vekirin ku konsûlxaneya Mûsilê ji ber şerê DAIŞê, ya Besrayê jî ji ber alozî û xwepêşandanên li bajêr hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin