Tirkiye Sûriyê tehdîd kir

Tirkiye Sûriyê tehdîd kir

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalın piştî civîna kabîneya Tirkiyê, di derbarê mijara Îdlibê de axifî. Kalın got ku li Îdlîbê 12 noqteyên wan yên çavdêriyê hene. Lihevkirin bi Rûsya û Îranê re hatibû kirin. Kalın weha got:

“Pêdiviyên leşkerên me hemû tên temînkirin. Heya niha ti êrîşek an pirsgirêkek tine ye. Bo dewama weha, me hemû tedbîrên xwe girtiye. Eger li wê derê tiştek were serê leşkerên me, em ê dinyayê li wan teng bikin.”

Di çapemeniyê de behsa amadekariya êrîşan bo ser Idlibê ji aliyê rejîmê de tê kirin lewra Tirkiye xwe nerazî dike û rejîma Sûriyê tehdîd dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin