PeyamaKurd - Balafirên şer ên Rûsyayê binkeyên stratejîk û rêveberiya desteya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ango El Nusra ya berê ku baskê rêxistina terorîst a El Qaîdê li Sûriyê ye, bombebaran kirin.
Li gorî medya rûsî balafirên çavdêriya artêşa Rûsyayê armanceke nêzîk girtîgeha navendî ya li gund û warên rojavayê bajarê Idlibê destnîşan kirine û ew cihê hatiye destnîşan kirin binkeyeke stratejîk ê rêxistina desteya HTŞê bûye û rêveberên wê rêxistinê li wê derê civiyane.
Çavkaniyê îstixbarata leşerî ya rûs dane xuyakirin ku piştî destnîşan kirina wê armancê balafirên şer ên Rûsyayê 3 êrîşên esmanî pêk anîne û hejmarek rêveberên desteya HTŞê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin