PeyamaKurd- Kesê bi navê Yetkin Çimenli ku xelkê Mûşê ye û li Îstenbolê dima, bo daweta xwe bike ji Îstenbole derket rê da here Mûşê. Lê li ser rêya navbera Kayseri û Meletiyê ereba wan û TIR e kî lihev ketin û qeza kirin. Di qezayê de Yetkin Çimenli, Firat Taşkın û ajotvanê TIR ê Bülent Coşkun can dan.
Yetkin Çimenli ku di qezayê de can da, diçû Mûşê û wê li wê derê daweta xwe bikira.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin