PeyamaKurd - Tîmeke nû ya leşkerî ya Hevpeymaninya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Hewlêrê dest bi kar dike.
Li gor nûçeya malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, tîma kevin û tîma nû ya Hevpeymaniya Navnetewî li gel rêveberê çaksaziya wezareta Pêşmerge Lîwa Dilêr Mîran civiya ye.
Tîma nû ji aliyê du fermandarên almanî û îtalî ve serpereştiya wê tê kirin û erka wan peyvendiyên leşkerî yên navbera Hêzên Hevpeyman û wezareta Pêşmerge ye.
Ew tîma Hevpeymaniya Navnetewî xwedî rolekî berçav bûn di perwerde û rahênanên Pêşmerge û baştir kirina karûbarên wezareta Pêşmerge de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin