Penaberê Rojhilatê Kurdistanê yê ku agir berda bedena xwe can da

Penaberê Rojhilatê Kurdistanê yê ku agir berda bedena xwe can da

PeyamaKurd – Penaberê Rojhilatê Kurdistanê yê ku li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêrê xwe şewitandibû, îşev derengiya şevê can da.

Li gor çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Emercensî ya Hewlêrê diyar kiriye: “Îşev derengiya şevê, penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê Behzad Mehmûdî ji ber dijwariya birînan, can da.”

Du penaberên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, roja Sêşemê 18ê Gulana 2021 serdana Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kiribûn da ku alîkariya wan bikin û ji berpirsên Neteweyên Yekbûyî re gotibûn eger daxwazên wan neyên cîbicîkrin, ew dê xwe bişewitînin.

Piştî ku bersiveke erênî ji bo daxwazên wan her du penebaran nehat dayîn, penaberan daxuyaniyek dan rojnamevanan û pişt re yek ji wan penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê, li pêş çavê kamêrayan û medyayê agir berdabû bedena xwe.

Piştî bûyerê ambulanseke Ofîsa NeteweyênYekbûyî ew penaber bo nexweşxaneya emercensî ya Hewlêrê veguhestibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin