Treneke rêwiyan li Meksîkayê ji rê derket: Mirî û birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Treneke rêwiyan li Meksîkayê ji rê derket: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Treneke rêwiyan li eyaleta Oaxaca ya başûrê Meksîkayê ji rê derket, di encamê de 13 kes mirin û 98 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Deryayî ya Meksîkayê (Semar), trêneke rêwiyan ku 241 rêwî û 9 endamên ekîbê hildigirt, li nêzîkî bajarokê Nizanda li Oaxacayê li ser rêyekê ji rê derket.

Birîndar ji bo navendên bijîşkî hatin veguhastin.

360 personelên deryayî, 20 wesayît, 4 ambulansên bejayî, 3 ambulansên hewayî û dronek ji bo operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin.

Daxuyaniya Semar herwiha got, "Ajansa me pabendbûna xwe ya ji bo xizmetkirina ewlehî û refaha gelê Meksîkayê dubare dike û wê bi hevrêzî bi rayedarên pêwendîdar re ji bo ronîkirina bûyerê berdewam bike."

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum jî di posteke medyaya civakî de xemgîniya xwe ya li ser qezayê anî ziman û ji Wezîrê Deryayî û Cîgirê Sekreterê Mafên Mirovan ê Wezareta Karên Hundir xwest ku biçin cihê bûyerê û piştgiriyek nêzîk bidin malbatan.

Sheinbaum ji bo piştgiriya Waliyê Oaxaca û tîma wî spasiya xwe kir û diyar kir ku raya giştî wê li ser pêşketinan agahdar bibe.