PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê protesto û bûyerên tundûtêjiyê yên ku li Fransayê berdewam dikin de daxuyaniyek belav kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê bûyerên li Fransayê bi polîtîkayên koçberiyê re girêdan û wiha got: "Koçberan Fransa dagir kirine. Divê ew sînorên xwe bilez bigirin."
Trump berê jî di 18ê Cotmehê de polîtîkayên koçberiyê yên hikûmeta Parîsê rexne kiribûn û bang li wan kiribû ku sînoran bigirin û kontrolê cardin bixin destê xwe.