Trump bangek cîhanî ji bo ewlehiyê li Tengava Hurmuzê kir

Trump bangek cîhanî ji bo ewlehiyê li Tengava Hurmuzê kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li gelek welatan kir ku ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê, ku trafîka deryayî ji ber aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de rawestiyaye, keştîyên şer bişînin.

Di daxuyaniyekê de ku bi rêya platforma "Truth Social" hat dayîn, Trump got, "Gelek welat bi hevrêziya Dewletên Yekbûyî keştîyên şer dişînin herêmê da ku Tengava Hurmuzê vekirî û ewle bimîne."

Donald Trump diyar kir ku ew hêvî dike ku welatên wekî Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Keyaniya Yekbûyî bi şandina hêzên xwe yên deryayî ji bo garantîkirina ewlehiya vê rêya avê ya girîng însiyatîf bigirin.

Donald Trump tekez kir ku welatên ku bi petrola ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibe ve girêdayî ne divê berpirsiyariya parastina vê korîdorê bigirin ser xwe û destnîşan kir ku Washington wê bi van welatan re di hevkarî û hevrêziyek mezin de be da ku herikîna bilez û bênavber a trafîka keştîyan misoger bike.

Tengava Hurmuzê, ku bi qasî pêncê yekê petrola xav û gaza xwezayî ya şilekirî (LNG) ya cîhanê ji wir derbas dibe, ji ber êrîşên Îranê bi xetereya girtina tevahî re rû bi rû ye.

Roja Înê ya borî, Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê wê di demek nêzîk de dest bi eskortkirina tankerên petrolê bikin û gef xwar ku ger Tehran astengiyên xwe berdewam bike, dê tesîsên petrolê yên Îranê hedef bigire.

Rêveberiya Tehranê bi tundî bersiv da daxuyaniyên Trump. Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî hişyarî da ku şerekî enerjiyê yê herêmî derkeve û got, "Ger tesîsên petrolê yên Îranê werin bombebarankirin, em ê hemî binesaziya enerjiyê ya li herêmê ku xwediyê wê şîrketên Amerîkî ne an jî tê de par hene hedef bigirin."